Şêniyên Rojhilatê Kurdistanê: Komplo li dijî gelê Kurd bû û têkoşîn wê dewam bike

Şêniyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dimînin li dijî tecrîd û komploya li ser Rêber Apo dibêjin: ” Heta Rêber Apo azad nebe wê ti gel azad nebe.” 

Yek ji çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê Erdeşêr Fatîhî anî ziman ku komplo li dijî gelê Kurd û tevahiya gelên azadîxwaz e.

Şêniya bi navê Zîlan Ciwanro Komploya Navneteweyî şermezar kir û Rêber Apo weke parêzvanê gelên bindest bi nav kir.

Zîlan piştrast kir heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe, wê ti gel azad nebe.

Şêniyê bi navê Pirşing Şaho jî piştrasr kir heta azadiya Rêber Apo ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button