Dema serlêdana xwendina serbest hat dirêjkirin

17`ê Mijdara 2021`ê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi biryarnameyekê pergala xwendina serbest ragihand.
Ev pergala xwendina serbest jî ji bo refên 9 û 12`an e.
Herî dawî dema serlêdana vê xwendinê hat dirêjkirin.
Endamê Rêveberiya Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Nûredîn Mihemed dibêje:
“Me dema serlêdanê ji ber pirbûna daxwazan, dirêj kiriye.
Heta niha 441 xwendekaran navê xwe tomar kiriye.” 

Back to top button