Mamosteyên zanîngeha Rojava: Şoreşa ziman yek ji stûnên sereke bû

21`ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanî ye. Têkildarî vê rojê, giringiya zimanê Kurdî û asta wê li herêmê mamosteyên zimanê Kurdî yên Zanîngeha Rojava Menan Cafer û Darwîn Darî axivîn. Mamosteyan destnîşan kirin ji 3 stûnên Şoreşa Rojava şoreşa ziman bû û gotin: “Yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê Zanîngeha Rojava ye”. 

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, her pêkhateyek li herêmê dest bi xwendina bi zimanê dayikê kir.

Dibistan, peymangeh û zanîngeh hatin avakirin û li wan bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî perwerde dihat dayîn.

Ev yek jî weke şoreşa ziman hat binavkirin.

21`ê Sibatê jî Roja Ziman a Cîhanî ye.

Mamosteyên zimanê Kurdî têkildarî vê rojê, giringiya ziman û asta zimanê Kurdî li herêmê axivîn.

Mamosteyê zimanê Kurdî di Zanîngeha Rojava de Menan Cafer dibêje:

“Piştî parçekirina Kurdistanê, siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan hat meşandin.”

Hevserokê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî jî têkildarî şoreşa ziman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Darwîn Darî behsa xebata perwerdekirina bi zimanê dayikê û gavên hatîn avêtin kir.

Back to top button