Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya 5`emîn bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dewleta Tirk a dagirker û faşîst têk bibin” dest pê kir.
Konferans li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan pêk tê.
337 delege beşdarî konferansê bûne.
Endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî jî tev li konferansê bûne.
Tê payîn ku rapora kar û xebatên meclisê ên 2 salan were xwendin û paşê were nîqaşkirin.
Dawiyê konferans wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.