QSD’ê li Dêre Zorê yek jê zarok 2 çeteyên DAIŞ’ê girt

Operasyonên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin. Di encama operasyonekê de li Dêra Zorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. QSD’ê eşkere kir ku yek ji wan çeteyan zaroke, temenê wî 14 salî ye û ji bo êrişên xwekuj pêk bîne, hatiye perwerdekirin. Her du çete jî li xwe mukur hatin ku ew ji bo pêkanîna êrişan derbasî Dêra Zorê bûne.

Operasyonên hêzên QSD’ê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonekê de li Dêrazorê 2 çete hatin girtin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: ”15’ê Sibatê hêzên me li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê operasyonek li dar xist û 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Yek ji çeteyên girtî zarokekî 14 salî ye û ji bo ku êrişên xwekuj pêk bîne, hatiye perwerdekirin.”

QSD’ê eşkere kir ku armanca her du çeteyan pêkanîna êrişan li rojhilatê Dêra Zorê bû.

Navenda Ragihandina QSD’ê mukurhatinên her du çeteyan bi raya giştî re parve kir.

Çete Tariq Reşîd Seîd: Em ji bo pêkanîna êrişan hatin Dêra Zorê

Reşîd Tariq Seîd ku bi navê Usama Qardaş tê naskirin, welatiyê Iraqê ye.

Ev çete beşdarî çend şerên DAIŞ’ê bûye û destên wî di xwîna gelek mirovên bêguneh de heye.

Çete Ferhad Ebdulrehman: Ez ji bo xwe biteqînim hatim Dêra Zorê

Ev jî Ferhad Ebdul-rehman El-Turkistanî ye, ew 14 salî ye.

Bavê Ferhad jî endamekî DAIŞ’ê bû û li Helebê hatibû kuştin.

Çeteyê navborî sala 2015 derbasî Sûrî dibe û tev li DAIŞ’ê dibe.

 

Back to top button