Rûsya li Derya Reş û sînorê Ûkrayna tetbîqatên xwe yên dawî dike

Bi despêk ameha Sibatê û heta niha, krîza Ûkrayna bûye rojeva sereke ya cîhanê. Rojên tetbîqata Rûsya ber bi dawiyê ve diçe. Lê beriya roj bidawî bibin, Moskow wê mûşekên balistîk biceribîne. Hemwextê vê, Rûsya îdia dike ku hêzên xwe ji sînor vekişandiye. Lê yê ku ji vê gotina Moskow bawer dike, zêde nayên dîtin. Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê plana Rûsya a îhtîmala dagirkirina Ûkraynayê eşkere kir.

9 rojin li ser vê jêrzemînê, tevgera leşkerî ya Rûsya kêm nebûye.

Piştî tetbîqatên bejahî, niha Rûsya bi balafirên şer, li asîmanan dixwaze meznahiya xwe nîşan bide.

Li nava Derya Reş jî, keştiyên şer yên Rûs ranawestin.

Di çarçoveya tetbîqatan de, keştiya ala ya Firokeya Derya Reş, keştiya mûşekan a Moskow, bi topan li qadên perwerdeya şer dixe.

Li gorî plana tetbîqatê, ji bo şikandina êrîşa hewayî ya dijminekî xapînok ku hewl dida êrîşeke mûşekî li ser baregehên hêzên firînê pêk bîne, pergalên topan hatin bikaranîn.

Rûsya wê bi mûşekên balistîk tetbîqatekê pêk bîne

Di demekê ku ev yek pêk tên de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê sibe tetbîqata “pêşgiriya stratejîk” bê lidarxistin.

Di vê tetbîqatê de wê mûşekên balîstîk bên ceribandin.

Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku wê 19’ê Sibatê, bi pêşengiya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin tetbîqata leşkerî ya berfireh bê lidarxistin.

Rûsya: vekişîna hêzên me ji sînorê Ûkrayna didome

Hemwextî vê wezaretê ragihand ku beşek tank û leşkerên ku tetbîqatên xwe li nêzî sînorê Ûkraynayê qedandine, vegeriyan baregehên xwe yên daîmî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat diyarkirin ku hin tank û leşkerên Herêma Leşkerî ya Rojava piştî temamkirina tetbîqata xwe vegeriyan baregehên xwe yên daîmî yên li Nîjnî Novgorodê.

Di daxuyaniyeke din a hêzên deryayî yên Rûsyayê de, hat gotin,

“Di dema tetbîqatê de 10 balafirên şer ên Su-24 ên li baregehên li herêmên din ên Kirimê a Rûsyayê hatin bicihkirin.”

Artêşa Ûkrayna li Rivne tetbîqatek berfireh pêk anî

Ûkrayna ya vê metirsiyê li sînorê xwe dibîne, qet ranaweste.

Li qada leşkerî ya giştî ya Rivne tetbîqata bi gulebarana şer a koma tabûra-taktîkî pêk hat.

Di tetbîqatê te, girîngiyek zêde ji bo çekên dijî tankan hat dayîn.

Brîtanya plana Rûsya a êrişa dagirkirina Ûkrayna eşkere kir

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê plana êrîşa Rûsyayê ya muhtemel a ji bo dagirkirina Ûkraynayê weşand.

Wezaretê diyar kir ku piştî raporên dawî yên îstixbaratê, dibe ku Rûsya “bêyî hişyariyeke din” êrîşî Ûkraynayê bike.

Wezaretê bi nexşeyê hatî amadekirin, plana Rûsya vedibêje.

Li gorî tê xuyakirin, ev plan li ser 2 astan dimeşe.

Ûkrayna, Brîtanya û Polnya tifaqa sêalî avakirin

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba ragihand ku wan bi Brîtanya û Polonya re hevpeymaniyeke sêalî a hevkariyê ava kirine.

Dmitro Kuleba bi hempîşeya xwe ya Brîtanya Liz Truss re li Kîevê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Kuleba destnîşan kir ku dê daxuyaniyek hevpar a li ser vê formatê were weşandin.

Back to top button