Kîev: Alîgirên Rûsya li Donbasê 60 caran agirbest binpê kirine

Yek ji birîn û hêrsa Ûkrayna ya li dijî Rûsya, herêma Donbasê ye. Herêma Ûkrayan ku ji aliyê cudaxwazên bi piştevaniya Rûsya ve tê kontrolkirin, her tim li cem Kîevê bûye cihê aciziyê. Di nava demên dawiyê de careke din navê herêmê pir tê bihistin. Têgotin, Rûsya bi gerandina planeke li ser herêmê, dixwaze hinceta despêkirina şereke li dijî Kîevê bide despêkirin. Hêzên Çekdar ên Ûkrayna ragihandibû ku cudaxwazên alîgirên Rûsyayê 60 caran agirbest li herêmên cuda yên Donbasê binpê kirine. Di encamê de 2 leşkerên Ûkrayna û 2 sivîl birîndar bûne.

Li bakurê Ûkrayna tevgera leşkerî ya Rûsya û Belarûs, Kîevê ditirsîne.

Lê birîna sereke ya Kîevê li rojhilatê welate.

Herêma Donbas ya ku ji 2014’an ve beşeke wê yê zêde ji aliyê cudaxwazên bi piştevaniya Rûsya dikin ve hatiye kontrolkirin.

Niha bi rêya wê herêmê, metirsiyek mezin ya despêkirina êrişeke li dijî Ûkrayna heye.

Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê de hat ragihandin ku duh li herêmên cuda, cudaxwazan 60 caran agirbest binpê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişa cudaxwazan de li herêmên cuda 2 leşkerên Ûkrayna û 2 sivîl birîndar bûne û 43 binpêkirin pêk hatiye.

Tê idiakirin ku ev êriş jî bi çekên li gorî Peymanên Mînskê hatine qedexekirin.

Hat diyarkirin ku cudaxwazan îro li herêmên Bolotone, Çermali, Şumî, Nognatovka û Staragnatovkayê 6 caran agirbest binpê kirine.

Aloziya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ku ev meheke didome, li herêma Donbasê veguherî şer.

Aliyên Rûs û Ûkraynayê ji vê yekê hevdu sûcdar kirin.

Piştî ku Serokdewlet Vîktor Yanukovîç, Peymana Yekîtiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) îmze nekir, 21’ê Mijdara 2013’an li paytexta Ûkrayna Kîevê xwepêşandan dest pê kir.

Dema ku Yanukovych di Sibata 2014’an de nekarî rê li ber xwepêşandêran bigre, ji welat reviya.

Di vê demê de, cudaxwazên alîgirên Rûsyayê li bajarên Donetsk û Luganskê yên li rojhilatê herêma Donbasê ya welêt, serxwebûna xwe ragihandin.

Ji sala 2014’an ve di şerê navbera cudaxwaz û hikûmeta Kîevê de bêtirî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Û careke din niha ev herêm, weke çavkaniya sereke ya derketina şerekî tê dîtin.

Back to top button