Biden: Metirsiya êrişek dagirkerî a Rûsya hîna pir zêde ye

Serokê DYA Biden careke din got, Metirsiya êrişek dagirkerî a Rûsya li dijî Ûkrayna hîna pir zêde ye. Wezîrê Karên Derve Blinken jî daxwaza hevdîtineke rûbirû ya li gel hempişeyê xwe yê Rûsî Lavrov kir. Di vê navberê de, NATO jî îdia dike ku Rûsya li pey hincetek ya êrişî dagirkirina Ûkrayna ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got, metirsiya dagirkirina Rûsyayê ya Ûkraynayê “pir zêde ye”.

Joe Biden li Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Mijara herî sereke ya ku rojnamevanan bi pirsên xwe balkişandin ser rewşa li sînorê Ûkrayna û metirsiya ji tevgera Rûsya bû.

Biden diyar kir ku ti niyeta wî pêkanîna peywendiyeke telefonî ya li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin nîne.

Serokê DYA anî ziman ku Rûsyayê leşkerên xwe ji sînorê Ûkraynayê venekişandiye û ev tişt anî ziman:

Sedem hene ku em bifikirin Moskow wê operasyonek ala derewîn bide destpêkirin da ku dagirkeriyê rewa bike.

Blinken: Dibe ku êrişeke bi çekên kîmawî pêk were

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de got;

Hêzên Rûsya amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dikin û dibe ku ev êrîş “di rojên pêş de” pêk were.

Antony Blinken îdia kir ku Rûsya plan dike ji bo êrîşê hincetekê derxe û ev hincet dibe ku êrîşeke sexte yan jî rast bi çekên kîmyewî be.

Her wiha anî ziman ku dibe çapemeniya Rûsyayê jî di xapandina raya giştî de rola xwe bilîze û got, “Rûsya dibe ku vê bûyerê weke qirkirina etnîkî yan jî qirkirinê bi nav bike.”

Blinken ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re nameyek şand û got, wî ji Lavrov re pêşniyar kiriye ku hefteya bê li Ewropayê rû bi rû hevdîtinekê pêk bîne.

Blinken bang li Rûsyayê kir bi eşkereyî ragihîne ku ew ê êrîşî Ûkraynayê neke.

Piştî vê Lavrov helwesta xwe diyar kir ku daxwaza hevdîtinê erê kir.

Moskow: DYA hêzên xwe ji rojhilat û navîn a Ewropa vekişîne

Li aliyê din Rûsya dixwaze Amerîka leşkerên xwe ji Ewropaya Rojhilat û Navîn vekişîne.

Di bersiva nivîskî ya nameya Waşîngtonê de, Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, eger Amerîka garantiyên ewlehiyê yên daxwazkirî nede, wê Moskow “divê bi rêyên leşkerî-teknîkî jî di nav de bertek nîşan bide.”

NATO: NATO hewil dide ji bo dagirkirinê hincetan çêke

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser nûçeyan de got:

“Em bi fikar in ku Rûsya hewl dide, ji bo êrîşa çekdarî ya li ser Ûkraynayê hincetekê ava bike.”

Doh Stoltenberg di roja duyemîn a Lûtkeya Wezîrên Parastinê ya NATOyê ya Brukselê de anî ziman ku niyeta Rûsyayê hîn ne diyar e û ew nizanin wê çi bibe.

Back to top button