WHO: Piştî 5 salan li Afrîka cara yekem bûyera vîrûsa Felcê hat dîtin

Li Afrîka piştî demek dirêj, derbarê tenduristiyê de agahiyên nexweş tên. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku zarokek li Malawî bi vîrûsa felcê (poliomyelitis) ketiye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistinê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku li paytexta welat Lîlongweyê zarokek bi vîrusê ketiye.

Ev yek piştî bûyera li Nîjeryayê ku 2016’an derketî cara yekeme.

Li Malawî ya ku wek nexweşî hat îlankirin, hat ragihandin ku di encama testên laboratuarê de hat fêmkirin ku vîrûsa felcê bi vîrûsa ku li Pakistanê tê dîtin ve girêdayî ye.

Rêvebirê WHO yê Afrîkayê Matshidiso Moeti destnîşan kir ku heta vîrûsa felcê bidome, wê hemû welat bi xetereya veguheztinê re rû bi rû bimînin.

Vîrûsa ku car car li Pakistan û Efxanistanê tê dîtin, hate ragihandin 2020’an ji Afrîkayê bi tevahî winda bûye.

Di sala 2021 de, li cîhanê tenê 5 bûyer hatin dîtin.

Felca zarokan, wek nexweşiyeke ku di zarokên ji 5 salî biçûktir de çêdibe.

Ji ber vê yekê bi heman navî tê pênasekirin.

Vîrûs ji her 200 bûyeran yek bi paldana piştê dixe û dibe sedema felcek bêveger.

Ji sedî 5 heta 10 kesên ku ev nexweşî li masûlkeyên wan yên nefesê dikevin dimirin.

Back to top button