Di 24 saetan de bi kêmanî 1,260 penaber li Meksîkayê hatin binçavkirin

Li Meksîkayê di nav 24 saetên operasyonan de ji 33 neteweyên cûda bi kêmanî 1266 penaber hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya ku Enstîtûya Netewî ya Penaberan dayî penaber di ser 22 saziyan re bi rengekî ‘bêpergal’ derbas dibûn.

Hate ragihandin ji kesên ku hatine binçavkirin 741 jê mêr, 322 jin û 203 jî zarok in.

Piraniya zarokan Kolombî, Hondurasî, Guatemalayî, Kubayî û Salvadorî ne.

Rayedadaran diyar kirin di nav penaberan de Efxan, Ermen, Kanadî, Etiyopyayî, Pakîstanî, Somalî, Çînî,Tirk, Rûs û Îtalî jî hene.

Li gorî daneyên fermî 2021’an li sînorên başûr ên DYA’yê bi qasî 2 milyonan koçber hatin binçavkirin.

Sala 2021’an di navbeyna Çile û Îlonê de 190 hezarî zêdetir penaberên ‘bêkaxit’ (yên ku destûra rûniştina wan nîne) hatin tespîtkirin.

Ev jî tê wateya ku li gorî sala 2020’an ji berê 3 caran zêdetir penaber bê kaxiz in.

Heta niha 74 hezar û 300 penaber hatin dersînorkirin.

Back to top button