HPG: LI AVAŞÎN 8 LEŞKER Û LI SERHEDÊ JÎ 6 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin. Li Serhedê jî hêzên YJA Starê wesayîta zirxî ya Kobra îmhakirin û 6 leşker hatin mirin

Navenda Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiyên hêzên gerîla yên 23 û 24 Gulanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

23’ê Gulanê gerîlayan li nêzî Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Di encama çalakiyê de leşkerk hat kuştin.

24’ê Gulanê gerîlayan ji sê aliyan ve li yekîneyeke artêşa Tirk ên ku ji Geliyê Granayê diçûn Tepê Xûdê xistin.

Di vê çalakiyê de jî 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û çekek leşkeran ket destê gerîlayan.

Dema ku helîkopterek hate herêmê, gerîlayan li helîkopterê jî dan.

Gerîlayên ku çalakî pêk anîn bi silametî vegeriyan cihên xwe.

Hêzên YJA-Starê jî li rêya Qereqola Şilê ya Bazîa Agiriyê wesayîteke zirxî ya Kobra teqandin.

Li vir jî 6 leşkerên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin.

24’ê Gulanê Artêşa Tirk a dagiker qadên Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Di êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nebû.

Leave a Reply

Back to top button