Şêniyên Siwêdayê careke din dest bi xwepêşandanan kir

Piştî çend rojan şêniyên Siwydayê careke din li dijî Hikûmeta Şamê dest bi xwepêşandanan kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şêniyên Cebel El-Ereb a Siweydayê dîsa dest bi xwepêşandanên li dijî hikûmeta Şamê kirin.

Xwepêşandêran roja yekşemê xwepêşandan rawestandibûn û dem dabûn hikûmeta Şamê ji bo pêkanîna daxwazên gel ku Sûriyê bibe dewleteke qanûnî.

Îro bi sedan şêniyên herêmê berê xwe dan gora Sultan Paşa El-Etraş a li bajarokê El-Qura û ji nû ve dest bi xwepêşandanan kir.

Di çend rojên derbasbuyî de jî hêzên hikûmeta Şamê hêzên leşkerî şandibûn herêmên başûr û rojavayî bajarê Siweydayê.

Back to top button