Şehîd Osman Dadalî li ser gora xwe a li Kobanê hate bibîranîn

Di salvegera 14’an a şehadeta xwe de Welatparêzê Kurd û Endamê PYD’ê Osman Dadalî li ser gora xwe a li Kobanê hat bibîranîn.

Îro bi sedan şêniyên Kobanê li pêşiya mala şehîd Osman Silêman ku bi navê Osman Dadalî tê naskirin, kom bûn çûn gundê Dadalî.

Li ser gora wî hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û diyar kir ku şehîd Osman li dijî zilm û zordariya hikûmeta Şamê têkoşiya û rolekê mezin lîst.

Kurê şehîd Osman, Ehmed Silêman jî axivî û got:

“Xebata rast û serkeftina şoreşê, wefadariya bi hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re ye.”

Her wiha Hemê Kobanê jî helbestek li ser têkoşîna şehîd Osman Dadalî xwend.

Şehîd Osman Dadalî, 18`ê Sibata 2008`an di 60 saliya xwe de, ji ber îşkenceyê di girtîgeha hikûmeta Şamê de şehîd bibû.

Back to top button