PYD: Berxwedana şehîd Osman ji bo gelên herêmê bû mîrate

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi boneya salvegera 14. a şehadeta yek ji damezrînerên xwe Osaman Dadalî daxuyaniyek da û ew bi bîr anî.

Meclisa Giştî y a PYD’ê di dauyxaniyê de diyar kir, berxwedana Şehîd Osman ji bo gelên herêmê û hemû hêzên demokratîxwaz bû mîrate û ev mîrate û berxwedan dijî hêzên dagirker û terorîst dewam dikin.

PYD’ê destnîşan kir ku berxwedana li ser şopa şehîd Osman û şehîdên PYD’ê bi biryardarî dewam dike.

PYD’ê îşaret kesayet û têkoşîna Şehîd Osman kir û wiha got:

“Şehîd Osman kesayeteke dilnizim, fedekar bû û bi avakirina civakeke siyasî, exlaqî û demokratîk ku îradeya hemû gelên demokratîxwaz temsîl dike bawer dikir.”

PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de kirinên hov û şovînîst yên Rêjîma Baas ku di encam wê de Têkoşer Osman di bin êşkenceyê de hate şehîdxistin şermezar kir û soza şopandina rêya wî da.

Her wiha bang li civaka navnetewî kir ku hesab ji desthilatdariya Şamê û Rêjîma Tirk ji ber sûcên dijî gelê herêmê pêk anîne bixwazin.

Back to top button