Nûr Hisên: Girtîgehên Tirkiyê bûne cihê êşkencê

Jinên siyasetmedar û hiqûqnas derbarê kirinên dewleta Tirk û çeteyên li dijî jinên li herêmên di bin dagirkeriya wan de axivîn û diyar kirin ku ji bo eşkerekirina hovîtiya dewleta Tirk û hesab xwestinê ew xebatên xwe didomînin.

Li Efrîna dagirkirî 4 salin revandin, kuştin,talankirina şûnwarên dirokî didome.

Bi taybet li dijî jinan hemû cûreyên êşkenceyê tê kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kiriye, heta niha 84 jin hatine kuştin, 6 jinan dawî li jiyana xwe anîne, hezar jin hatine revandin û destdirêjî li 71 rastî êrişa zayendî hatine.

Jinên Siyasetmedar û hiqûqnas li ser sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinên li Efrîna dagirkirî axivîn.

Endama Komîteya Qanûnî Nûr Hisên diyar kir, li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, jin bi êşkenceyê re rû bi rû ne. û got;

Di nava şeran de parastina jinan û hesabxwestina ji sûcdaran li gorî qanûna 1325`an, erka Meclîsa Ewlehiyê ya NY`yê ye.

Ji destpêka aloziya li Sûriyê û bi taybet li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, sûcên li dijî jinan zêde bûne.

Bi taybet girtîgeh, veguherîne cih îşkence û mirinê

Binpêkirina mafên jinan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, wê ji nedîtî ve neyê derbas kirin.

Ji bo hesabxwestina ji sûcdar em di nava xebatan de ne.

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Mihemed: Projeya Rêveberiya Xweser, mafên jinan misoger dike

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Cîhan Mihemed jî anî ziman ku, ji bo eşkere kirina van êriş û bêmafiyan divê xebat were kirin û got;

Naskirina rola jinan di çareserkirina nakokiyan û avakirina aştiyê erka Netewên Yekbûyî ye.

Dewleta Tirk bi riya Kongreyan hovîtiya ku li herêmên di bin dagirkeriya wî de tê kirin wekî propagandeyên medyayê ya bi armanca xapandina raya giştî binav kir.

Cîhanê da zanîn ku ji ber dewleta Tirk dizane jin stûna sereke ye di avakirina civakê de, ji ber wê hertim jin kirine hedefa xwe.

Herî dawî Cîhan Mihemed balkişand ser projeya Rêveberiya xweser û got;

Projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê rê li ber jinan vekiriye ku di rêvebertî û biryardayînê de beşdar bibin.

Back to top button