Erîv Qesebiyan: Peymana civakî dê Ermenan ji komkujî û pişaftinê biparêze

Hevseroka meclisa Ermen a Hesekê û Endama Komîteya Reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Erîv Qesebiyan li ser girîngiya peymanê axivî. Erîv Qesebiyan da zanîn ku Peymana Civakî wê gelê Ermen jî weke hemû gelên din ji komkujî û helandina çandî û dîrokî biparêze.

Di civaka Rojhilata Navîn de gelek pêkhate, gel û netewyên cûda hene.

Yek ji wan gelan jî Ermen in ku dîroka wan a li ser vê erdnîgariyê vedigere hezarên salan.

Gelê Ermenî di dîroka xwe de rastî gelek komkujiyan hatiye û bi qirkirinê re rû bi rû maye.

Niha li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran Eermenî hene.

Ermenên li ser vê erdnîgariyê jî weke hemû pêkhateyên din bi despêkirina şoreşa Rojava re rengê xwe diyar kirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de, bi nasnama xwe ya netewî, xwe bi rêxistin kirin.

Têkildarî reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Meclisa Ermen a Kantona Hesekê Erîv Qesebiyan, diyar kir ku ev hevpeyman wê Ermenan ji komkujiyan biparêze û ev tişt anîn ziman:

“Armanca tevlîbûna hemû pêkhateyan ji reşnivîsa Hevpeymana Civakî ew e ku ji gelek nerînan nerînek hevbeş a ku xizmeta hemû pêkhateyên herêmê bike derkeve holê.

Gelê Ermen di nava rûpelên dîrokê de gelek êş ji pergala desthilatdar a dewletê kişand.

Hevpeymana Civakî dê gelê Ermen jî weke hemû gelên dinyayê yên li ser vê erdnîgariyê dijîn, ji komkojî, qetilkirin û pişaftina çandî û dîrokî biparêz.

Em bawerin ku Hevpeymana Civakî dê çareseriyek ji kirîza Sûrî re bîne û pêşerojek azad were avakirin”.

Back to top button