8 Jê girtî 23 kes ji ber zimanê Kurdî tên darizandin

Li dijî endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan di 3’yê tîrmehê de li bakurê Kurdistanê operasyona binçavkirinê hatibû kirin û doz hatibû vekirin.
 Rûniştina yekemîn a doza li dijî meleyên ku ji ber bi zimanê kurdî waaz dabûn îro dest pê kir. Beriya rûniştinê gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber deriyê edliyê daxuyanî dan û diyar kirin darizandina tê kirin, bê hiqûqî ye.

Li bakurê Kurdistanê li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin.

Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin.

8 kes jê girtî 23 kes ji dozê tên darizandin.

23 kes ji vê îdianameyê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin.

Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn.

Rûniştina ewil a doza meleyan li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin.

Beriya rûniştinê endamên DÎAYDER’ê, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber deriyê edliyê li hev kom bûn û daxuyanî dan.

Destpêkê endamê DÎAYDER’ê mele Yûsûf Înal axivî û ji bo piştgiriya dozê spasiya mêvanan kir.

Yûsûf Înal diyar kir hevalên wan ji bo edaletê, aştî, mirovatî û îslamiyeta rast xwestine tên darizandin.

Parlamenterên HDP’ê: Darizandina tê kirin bê hiqûqî ye

Piştî axaftina mele Yûsûf Înal Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu axivî.

Gergerlîoglu da zanin darizandina tê kirin, bê hiqûqî ye û got:

“Em îro ji bo hevalên xwe yên zilma girtinê li wan tê kirin, li vir in.

Divê ku hevalên me bên berdan û biryara beraatê bidin wan.”

Gergerlîoglu anî ziman li ser fermanên desthilatê dozan vedikin û bal kişand ser terorîzekirina zimanê kurdî ya di îdianameya meleyan de.

Gergerlîoglu got: “Zimanê kurdî zimanekî ku Xwedê daye gelê kurd.

Çi ziman dibe bila bibe, biçûkkirina zimanê kurdî ne hedê tu kesî ye.”

Parlementerê HDP’ê yê Elî Kenanoglu jî da zanin ku ew sedema vê operasyonê baş dizanin û got:

“Xebatkarên DÎAYDER’ê ji ber ku bi zimanê xwe îbadet kirine û bi zimanê xwe yê dayikê baweriya xwe kirine tên darizandin.”

Parêzer Serhat Çakmak ê endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD’ê jî têkildarî mijarê axivî û got:

“Em carek din bi darizandinek ku bi fermanên siyasî hatine amadekirin, rûbirû ne.”

Back to top button