Welatiyên Helebce: PKK xaka Kuridstanê diparêze

Welatiyên Helebce a başûrê Kurdistanê, derbarê derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ de gotin: “Divê li hemû koçe û kolanan kampanya werin destpêkirin.

Welatiyên Helebce piştgirî dan kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.

Çalakvan Menzer Elî got: “Ev kampanya, wê bandora xwe hebe û wê zextê li raya giştî û biryarên siyasî bike.

Lewma divê çalakiyên berfirehtir li hemû bajar û navçeyan, û li derveyî welat werin kirin.

Menzer Elî diyar kir Kurd jî weke hemû miletên cîhanê, mafê xwe yê siyasî, rewşenbîrî û civakî heye û got,

“Ev mijarek siyasî ye û civaka navneteweyî jî baş dizane PKK ne teroîste.

Pêwîste ev biryar li ber çavan re were derbaskirin û were guhertin.”

Welatî Werzêr Cemal jî got: “PKK bi her awayî parastina xak, av û çanda xwe dike û xaka ti kesê dagir nekiriye.

Tirkiye xaka Kurdistanê dagir kiriye.

Divê hemû Kurd bi yek helwestê ji cîhanê re ragihîne ku nabe ti partiyên Kurd bixin nava lîstiya terorê.”

Back to top button