Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov duh ji televizyona RT ya Rûsyayê re axivibû û gotibû: “Heke em behsa guhertina destûrê dikin, wê demê divê Kurd jî tevlî vê guhertinê, bibin.” Cîgirê Hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt jî bersiv da û diyar kir ku Rêveberiya Xweser amade ye tevlî hewldanên çareseriyê yên li Sûriyê bibe.
El-Giêt bal kişand ser daxuyaniya Mîxail Bogdanov a têkildarî komîteya destûrê û got:
“Ev daxuyanî rastiya pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyê, di vê pêvajoyê de dide xuyakirin.
Ev daxuyanî li gorî nêrîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku divê hemû sûrî tevlî çareserî, diyalog û sazkirina destûrê bibin, ku pêşerojeke adil û wekhev ji Suriyan re, ava bibe.”
Fener El-Giêt ev daxuyanî bi erênî nirxand û got:
“Dîsa em dibêjin em amade ne, tevlî hemû hewldanên çareseriyê û diyalogê bibin.
Rola Rûsya weke garantor di vî warî de gelekî girîng e.
Em ne li dijî yekitiya Sûriyê ne.”