Rayedarên Şam û Bexdayê li ser mijara vekirina deriyên sînor axivîn

Cîgirê serokê parlamentoya hikumeta Şamê Mihemed Ekrem El-Eclanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî, piştî ku beşdarî konferansa 32’yemîn a Yekitiya Parlamentoya Ereb bûn, hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser vekirina deriyên sînor ên di navbera her du welatan de nîqaş hat kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê parlamentoya Iraqê derbarê hevdîtina pêk hatî de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu alî bêhtir li ser rewşên giştî û têkiliyên di navbera herdu welatan de, axivîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de herdu aliyan li ser mijara vekirina deriyên sînor ên di navbera herdu welatan de jî nîqaş kirin û bal kişande ser giringiya hevkariya di vî warî de û rakirina astengiyan.

Back to top button