Di keştiya Îtalî ya 278 kes li nav bûn de şewat derket

Li nava Derya Spî metirsî. Keştiya Îtalya ku 278 kes têdebûn, li nava Derya Spî agir pêket. Xebatên xelaskirina rêwiyan dewam dike û kesên winda hene.

Şevê din, ferîbota ku ji bajarê Îgoumenîtsa yê Yewnanîstanê derketibû Îtalyayê, li nêzî Girava Korfuyê agir pê ket.

Wezareta Deryayî ya Yûnanîstanê li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihandin ku nasnameyên 278 kesên di keştiyê de, hatiye piştrastkirin. Xebatên ji bo vemirandina keştiyê didome.

Hat ragihandin ku helîkopterek di amade ye da ku kesên li herêmê asê mane bi rêya hewayî ji bo cihên ewle veguhêze.

Şîrketa Grimaldi Lines jî destnîşankirin ku 14 kesên di keştiyê de winda ne.

Li gor daxuyaniya rayedarên tenduristiyê yên herêmê kesên ku ji ferîbotê hatine derxistin birin Korfuyê.

Kesekî ku nexweşiya bêhnê lê hebû rakirin nexweşxaneyê.

Di operasyona rizgarkirinê de herî kêm 3 keştiyên ewlekariya peravê ya Yûnanîstanê û keştiya dewriyeyê ya Îtalyayê Monte Sperone beşdar in.

Tevî hîna sedema şewatê nayê zanîn, diviyabû ku ferîbot piştî 9 demjimêran bigihişta bendera Brindisi.

Back to top button