Putin û Lukaşenko li Kremlînê civiyan

Beriya tetbiqata mûşekên balistîk yên ya ku wê sibe were lidarxistin, li Kremlînê civîna dualî pêk hat. Serokê Rûsyayê Vladimimir Putin û Serokomarê Belarûs Aleksandr Lukaşenko civiyan.

Putin diyar kir ku gelek mijarên wan hene ku ew li ser biaxivin û diyar kir ku sala borî ji bo têkiliyên dualî gelek berhemdar bû.

Her du welatan di mijara Rewşa Yekîtiya Ewropayê de pêşketinên girîng bi dest xistin.

Serokê Rûsyayê anî ziman ku ew bi Belarûsê re di nava hevkariyek baş de ne û got: Wê sibê beşdarî yek ji bûyerên girîng ên di warê hevkariya leşkerî de bibin.

Li aliyê din Lukaşenko diyar kir ku divê her du welat bi tetbîqatên leşkerî û dîplomasiyê yên hevpar bersivê bidin kiryarên Rojava.

Lukashenko got, “Ew hemû cîhanê bi wê yekê ditirsênin ku em ê sibe êrîşî Ûkraynayê bikin, dorpêç bikin û hilweşînin. Tevî ku qet planek me ya wiha nîne.”

Lukaşenko diyar kir ku duh serdana qada tetbîqata “Biryardariya Hevalbendan a 2022” kir û leşkerên Rûs û Belarûs lêkolîn kirin.

Back to top button