Konferansa 5. a malbatên şehîdan bi encamnameyekê bi dawî bû

Piştî ku Konferansa 5. ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, bi dawî bû encamnameya wê hate weşandin.

Di encamnameya konferansê de gelek biryar hatin girtin.

Hin ji wan biryaran wiha ne:

– Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Rêber Ocalan.

– Çareserkirina pirsgirêkên malbatên şehîdan di demên xwe de di rêya Meclisa Malabatên Şehîdan û avakirina komîteyên teaybet bi vê yekê.

– Divê Meclisa Malbatên Şehîdan bibe saziya pêşeng di nava malbatên şehîdan û civakê be.

-Avakirina komîteyekê ji bo şopandin rêxistinkirina malbatên şehîdan da ku erk û berpirsyariyên wan di nava saziyê de bên diyarkirin.

– Divê Meclisa Malbatên Şehîdan li dijî hemû êrişên bi armanca tunekirina xeta şehîdan û felsefeya Rêber Ocalan derkeve.

– Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pirsgirêkên malbatên şehîdan ên darayî û aborî çareser bike û projeyên aborî li gorî derfetan bi pêş bixe.

– Divê ji bo zarokên şehîdan cihên perwerdeyên taybet bê avakirin.

Back to top button