Rûsya bi tetbîqatên leşkerî, bi nîşandayîna hêza xwe ve dixwaze kirîza Ukraniyayê kûrtir bike.
Rûsyayê di rewşeke wiha de ku bi Ukrayna re rageşî zêde bûye, ragihand ku ew ê tetbîqata hêza nukleer bikin,ango mûşekên balîstîk biceribînin.
Piştî rageşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de û hişyariyên ku Rûsya wê Ukrayna dagir bike, Rûsyayê ragihand ku dawiya heftiyê wê tetbîqata hêza nukleer bike.
Li gorî nûçeya Assocîated Pressê tetbîqat ji bo ku cebilxaneya nukleer a Rûs, ku yek ji ya herî mezin a cîhanê ye, wê ji bo ku wê bibin welatên din were bikaranîn.
Piştî ku sefîrê Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê ya DYE’yê Serîr Mîchale Carpenter ragihand ku Rûsya li ser sînor bi qasî 169-190 hezar leşker bi cih kiriye, Rûsyayê ev agahî ragihand.
“30’ê çile hijmara leşkeran 100 hezar bû.”
Her wiha Serokê DYE’yê Joe Bîden duh di daxuyaniyê de got:
“Ew pê qanih bûne ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar li ser dagirkirina Ukraynayê daye lê ji bo dîplomasiyê jî cih heye.”