Cemal Şerîk: Divê em xwedî li berxwedana Îmraliyê derkevin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivî û bi bîr xist ku hêzên komploger bi komployê xwestin Rêber Apo ji dewrê derxin. Cemal Şerîk li dijî tecrîd û faşîzmê banga kombûna li dora berxwedana Imraliyê kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk ji bo salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo axivî.

Cemal Şerîk diyar kir bi komployê hatiye xwestin ku Rêber Apo ji dewrê were derxistin û ev tişt anî ziman:

”Armanca komploya navnetewî ne tenê Rêber Apo bû, ne tenê PKK û qirkirina Kurdan kirin hedef.

Li gel van hemûyan hewl hate dayîn ku pergaleke nû li cîhanê ku navê wê kirin ‘Pergala Nû ya Cîhanî’ were avakirin.

Sermiyana cîhanî astengiya herî mezin a li pêş avakirina vê pergalê Rêber Apo didîtin, ji ber wê xwestin wî ji dewrê derxin.

Niha di vê qonaxa berdest de tê dîtin ku ev bi ser nexistine. ”

Cemal Şerîk bal kişand ser têkoşîna li hember tecrîdê û got: ”

Di rewşeke wiha de ku em dikevin salvegera nû ya komploya navnetewî li ber me têkoşîneke mezin, peywir û berpirsyariyên mezintir hene.

Di serî de li dora berxwedana li Imraliyê ku ev 23 sal in didome û her roja wê bi qasî salekê ye divê mirov zêdetir kom bibe.

Divê were dîtin şikandina tecrîda li wir her wiha tê maneya geşkirina têkoşîna dijî faşîzmê.

Şerîk bi berdewamî got,

”Heke lêzimiyên vê têkoşînê were bicihanîn, dê li Tirkiyê faşizm bi paş ve biçe, tecrîd were şikandin û gelê Kurdistanê dê azad bibe.

Ev jî wê rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn veke.”

Şerîk anî ziman ku têkoşîna li hember tecrîdê ne tenê dikeve ser milê gerîla û wiha axafitina xwe bi dawî kir:

”Ev berpirsyarî ne tenê li ser gerîla ye, divê li welat, li metropolan, li deştan û li derveyî welat jî têkoşîn hebe.

Divê hêzên demokratîk, sosyalist jî vê peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Heke em di vê têkoşînê de peywira xwe bi cih bînin em ê li bara Rêber Apo jî berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Li bara Rêber Apo û gel ev ê bibe xelata herî mezin.”

Back to top button