RÊVEBERIYA XWESER LI SER DAXWAZA GEL BIHAYA GENIM KIR 160 L.S

Piştî gelek bertek û nerazîbûnên gel, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bihaya kirîna genim kir 160 L.S

Roja 19’ê Gulanê Rêveberiya Xweser bihaya kirîna Genim û Ceh diyar kir.

Li gorî vê gotibû wê genim bi 150 û Ceh jî 100 L.S ji cotkaran bikire.

Vê yekê nerazîbûneke mezin di nava gel de çê kir û çend rojan li ser zimanê her kesî bû.

Lê piştî van daxwazên gel Rêveberiyê ragihandibû ku, wê careke din vê biryarê di ber çavan re derbas bike.

Li ser wê yekê beriya bi çend rojan rêveberiyê ragihand ku, cotkar berhemên xwe bifiroşin kîjan alî, ew azad in.

Îro jî piştî civîneke awarte Rêveberiya Xweser li ser daxwaza gel, bihaya genim kir 160 L.S.

Rêveberî di heman wextê de teqez dike ku, ew dikarin hemû berhemên cotkaran ji Ceh û Genim bikirin.

Îsal Mûsimekî bi xêr û bêr bi ser Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî de hatiye û li bendê ne xisrara sala borî pîne bikin.

Leave a Reply

Back to top button