Xebat Andok: Derketina Rêber Apo û PKK’ê hesabên hêzên serdest xira kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku li dijî komploya navneteweyî divê têkoşîn bê mezin kirin û got,
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê zêdetir bikevin nav liv û tevgerê.” Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir armanca hêzên komploger qirkirina gelê Kurd bû û li dijî komplo û tecrîdê banga xwedîderketina li Rêber Apo kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok, tevlî bernameya taybet a Radyo Dengê Welat bû û di derbarê Komploya Navneteweyî de axivî.

Xebat Andok di serî de Komploya Navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî hemû mirovahiyê de pêş ket lanet kir û wiha got:

“Yê ev komplo kirin rûreşiya xwe diyar kirin.

Bêguman li hemberî vê komployê di asta herî jor de berxwedanî çêbû.

Bi dehan hevalên me agir berdan bedena xwe û şehîd bûn.

Gerîlayên azadiyê çalakiyên fedayî kirin.

Di pêşengtiya jin û ciwanan de gelê Kurd li Kurdistan, metropolan û derveyî welat seferber bû.”

Xebat Andok diyar kir di belgeyên ku li ser Komployê hatine derxistin de nêzî 30 dewlet beşdarî komployê bûne û got:

“Kêsên ku xwe wek dost nîşan didan piştre derket holê ku tu eleqeya wan bi dostbûyînê tine bû. ”

Xebat Andok anî ziman derketina Rêber Apo û PKK, hesabên hêzên hegemon û serdestan yên li ser Rojhilata navîn û Kurdistanê xira kir û lewra biryar girtin ku Serokatî tasfiye bikin û komplo xistin meriyetê.

Xebat Andok: Komploya ku li Şamê hate destpêkirin niha dixwazin li başûr temam bikin

Andok diyar kir komploya li dijî Rêber Apo niha bi rengên cuda dewam dike û wiha dewam kir:

“Agahiya kesî ji Rêber Apo nîne. Em tenê dizanin ku li ber xwe dide.

Em dizanin li ser Rêber Apo zextek û êrîşek pir mezin heye.

Dîsa ji bo ku tevgera me tasfiye bibe ji aliyê Emerîkayê, dewleta Tirk û PDK’ê ve bi her awayî komplo dewam dike.

Ev komploya ku li Şamê hatibû destpêkirin niha dixwazin li Başûrê Kurdistanê temam bikin.

Bi tasfiyekirina Serokatî û partiyê, ev polîtîkaya qirkirinê ku ev sed sal e li ser gelê Kurd tê meşandin dixwazin ser bixin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok dawî destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em zêdetir bikevin nav liv û tevgerê û ev bang kir:

Xebat Andok: Li dijî komployê divê qiyamet bê rakirin û têkoşîn bê geşkirin

“Heta em dewleta Tirk a dagirker û modernîteya kapîtalîst têk nebin, wek şexis û wek gel em aram nabin.

Bi vê boneyê di serî de jin û ciwan, em bang li hemû kesan dikin ku vê tekoşîna xurttir bikin û qiyametê rakin.”

Cemal Şerîk: Divê em li dora berxwedana Îmraliyê kom bibin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk jî derbarê salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo axivî.

Şerîk diyar kir di salvegera nû ya komploya navnetewî li ber herkesî têkoşîneke mezin, peywir û berpirsyariyên meztir hene û got:

”Ger pêwîstiyên vê têkoşînê were bicihanîn li Tirkiyê faşizm wê bi paş ve biçe, wê tecrîd were şikandin, gelê Kurdistanê azad bibe û ev ê jî rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn veke.

Divê em peywir û berpirsyariya têkoşîna serdema nû bi cih bînin. ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk li dijî tecrîd û faşîzmê bang li her kesî kir ku li dora berxwedana Imraliyê kom bibin.

Back to top button