Nûnerê DYA li Sûriyê: Hikûmeta Şamê çareseriya siyasî asteng dike

Nûnerê DYA’yê yê li Sûriyê û Cîgirê wezîrê karên derve Ethan Goldrich, ji Rojnameya Şerq El-Ewset re axivî û diyar kir ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî asteng dike û di şerê li dijî DAIŞ’ê de, giringiya hevkariya bi QSD’ê re, anî ziman.

Goldrich destnîşan kir ku tevlî xebata normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Esed re nebûne û got: “Ji bo ku em pabendiya xwe bi mafên mirovan û Qanûna Qeyser re nîşan bidin, em cezayên nû li rejîma Esed, dibirin.”

Têkildarî biryara 2254’an a NY jî Ethan Goldrich got:

“Ti niyeta Rejîmê ya çareseriya siyasî nîne û îsbata vê jî encamên nîqaşên Komîteya Destûrê ya Cotmeha 2021’ê ne.

Derbarê şerê li dijî DAIŞ’ê jî Goldrich got: “Êrîşên li Hesekê da xuyakirin ku DAIŞ hîna li ser DYA û civata navneteweyî xeterî ye.

Her wiha girîngiya piştgiriya me ya ji QSD’ê re, eşkere kir.

Divê dewletên ku welatiyên wan di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, wan wergirin û darizînin.

Ji bo ku DAIŞ’ê careke din li herêmê zindî nebe, em parastina hebûna xwe li bakur û rojhilatê Sûriyê dikin

Back to top button