LI DÊRA ZORÊ XEBATÊN MECLISA SIVÎL DI NAVA SAL Û NÎVEKÊ DE

Salek û nîv di ser damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê re de derbas bû. Meclis ji dema damezirandinê ve di nava liv û tevgerê de ye. Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên Dêrazorê kedeke mezin ji aliyê xizmetguzariyê de pêk aniye.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê 24’ê Îlona 2017’an hat damezirandin.

Ji roja damezirandinê heta îro bênavber kar û xebatek heye, da ku xizmetê bigihîne li herêmên gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî.

Di çarçoveya xebata salekê de 34 stasyonên avê hatin bikaranîn, gelek kanalên avdanê û firin xistin xizmetê û ard li 65 firinan hat belavkirin.

Di aliyê perwerdeyê de jî 475 dibistan hatin amadekirin, di heman demê de 5 hezar û 500 mamoste jî hatin perwerdekirin.

Ji aliyê tendûtistiyê ve 3 nexweşxane û 21 navendên tenduristiyê hatine vekirin û bê pere nexweşan dermandikin.

Têkildarî beşa çandiniyê jî meclisê kanala avdanê ya Xebûr ku wekî kanalê aktîf û stratejîk tê zanîn, sererast kir.

Bi rizgarkirina herêmên nû ji çeteyên DAIŞ’ê jî meclisê dest bi avakirina şaredariyan kir û 24 şaredarî avakirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsi f diyar kir ku ew ê li gorî derfetan xizmeta şêniyan bikin.

Her wiha El-Yûsif bang li her kesî kir ku ji bo ji nû ve avakirina Dêra Zorê alîkariya wan bikin bitaybet deverên ku nû hatine rizgarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara niştecihên Dêrazorê û gundewarên wê nêzî milyon û 600 hezar kesîye.

Leave a Reply

Back to top button