Ji bo aştî û çareseriyê divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin

Derbarê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê îro li Şehbayê jî daxuyanî hat dayîn.
Welatiyên Efrînê bang li YE û DYA kirin ku ji bo aştî û çareseriyê di vê mijarê de biryarên xwe li ber çavan derbas bikin.

Endamên saziyan û welatiyên Efrînê, li navçeya Ehdasa Şehbayê têkildarî pêngava derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“PKK ji destpêkê de ji bo rizgariya gelê Kurd têdikoşe.

Îro ji aliyê her kesî ve bi awayekî zelal tê dîtin û ji bo dilê dagirkerên Kurdistanê bê xweşkirin, PKK di “lîsteya terorê” de hatiye hiştin.

Ev neheqî dibe sedem ku di serî de dewleta Tirk, dewletên dagirker li her deverê êrişî Kurdan bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Dewletan bi navê “têkoşîna li dijî terorê” navê terorîzmê li tevgera demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan dixwaze, kiriye.

Di dawiyê de hat diyar kirin ku ew wek Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilata Sûriyê tevlî pêngava “Edalet ji bo Kurdan” dibin ku navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin.

Back to top button