Nobeda Edaletê a li Amed, Wan û Îzmirê dewam dike

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 96’emîn de berdewam dike.

Îro Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên sendîkayan serdana malbatan kirin.

Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û daxwazên malbatan di heman demê de daxwazên wan in.

Bozgeyîk xwest Aysel Tugluk, tevahiya girtiyên nexweş werin berdan û demildest dawî li binpêkirinên mafên girtiyan were.

Li ser navê malbatên girtiyan Herdem Merwanî û Hakki Boltan jî axivîn û xwestin edalet bi cih bê anîn.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî dabûn destpêkirin di roja 69’emîn de berdewam kir.

Rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê serdana malbatan kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.

Nobeda Edaletê ya malbatan a li Baroya Îzmîrê jî berdewam kir û malbatan xwest girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan.

Back to top button