Bi boneya roja Zimanê Dayîkê li Amedê şahiyek hat lidarxist

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê bi boneya Zimanê Dayîkê ya Cihanê li Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de hat destnîşan kir ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî divê têkoşîn bê mezinkrin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER’ê bi hevkariya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wejêkaren Kurd, Pena Kurd û Enstituya Kurdî ya Amedê di çerçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê de şahiyek li dar xist.

Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.

Berî şahiyê welatiyan bi çoş stran gotin, govend girtin û dirûşm hatin berzkirin.

Axaftina destpêkê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî kir.

MED-DER: Daxwaza gelê Kurd perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî ye

Rifat Ronî anî ziman ku gelê kurd 40 sal in şahî û şîna xwe bi hev re li dar dixe û wiha got;

“Her çiqas li Efrînê, Hesekê û Mexmûrê şîn hebe jî em îro ji bo zimanê kurdî wek stêrkan li esmanan geş a welat li vir in. Bi dehan sal in em daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dikin.”

Ronî bal kişand ser dersa bijarte ya kurdî û wiha domand:

“Dewleta tirk li aliyekî vê dikin û TRT Kurdî vedikin û li aliyekî jî peyv û zimanê kurdî qedexe dikin. Dersa bijarte ji bo gelekî biyanî dibe. Gelê kurd biyaniyê zimanê kurdî nîne. Daxwaza gelê kurd perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî ye.”

Piştî axaftina Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî sînevîzyona ku behsa têkoşîna ziman dike hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Piştî sînevîzonê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Ziman nasnameya mirovan e. Em ê dest ji parastina zimanê xwe bernedin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren û endamê Komeleya Arsisê ya Wanê Hemîd Dilbihar jî axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî.

Dayika Aştiyê: Pêwîste dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin

Di dawiyê de jî dayika Aştiyê Kudret Erzindan axivî û destnîşan kir ku pêwîste dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin

Dayika Aştiyê Kudret got: “Bila hemû dayikên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Me ewqas şehîd dane, em ji bo bîranîna cangoriyên xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinan koma Şanoya Bajêr a Amedê şanoya ku amadekiribû hat pêşandan.

Piştî şanoyê helbest hatin xwendin û belgeyên şagirtên MED-DER’ê li wan hatin belavkirin.

Koma muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dikê û stran gotin.

Welatiyan li ber stranan govend gerand û şahî bi dawî bû.

Back to top button