
Yek ji damezrînerên ‘Kaolîsyona Şer Rawestîne’ Lindsey German ku piştgirî dide azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, diyar kir nabe êdî Ocalan girtî bimîne û got, “divê kampanyayên ji bo azadiya Ocalan bên mezinkirin.
Yek ji damezrînerên Koalîsyona Şer Rawestîne (Stop the War Calition) û dijbera şer Lindsey German ku ji nêz ve doza gelê Kurd dişopîne, tevlî bernameya ‘Avrupa Gündemi’ ya televîzyona Medya Haber bû û li ser mijarên azadiya Rêber Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, axivî.
German diyar kir israrkirina di zîndanîkirina Rêber Ocalan de nayê qebûl kirin û wiha got:
“Em weke dewletên Rojavayî dibêjin, xwediyê îdeolojiyekin ku mafê mirovan diparêzin, lê di vê mijarê de em gelek cihêkar nêz dibin!
Dema Ocalan û bi giştî jî gelê Kurd dibin mijara gotinê, xemgîn im, lê Brîtanya û welatên din ên Rojavayî pêkanînên Tirkiye pesend dikin.
Divê Ocalan êdî girtî nemîne û neyê tecrîd kirin, ev tecrîd wê di warê tendûristiya wî de jî neyînî bandor bike.
Şertên ku Ocalan di navê de tên girtin, nayê qebûlkirin.”
Lndsey German: Kurdên ku ji bo mafên xwe şer dikin, bûne qurbanên siyasetên navnetewî
Lindsey German dazanîn Kurd bûne qûrbanên siyaseta navnetewî û got:
“Sedema PKK’ê xistina lîsteya ‘Rêxistinên qedexekirî’ û tecrîda li ser Ocalan, bi temamî siyasî ye.
Weke qurbanên siyasetên navnetewî û peywendiyên navnetewî, Kurd zêdeyî sed sal in ji bo axa xwe şer dikin.
Ocalan jî sedemên berdewamkirina pirsgirêka Kurd baş dizane û têkoşîna li hember vê jî dewam dike.”
Lndsey German: Eger Ewrûpa behsa mafên mirovan dike, divê daxwaza azadiya Ocalan bike
German da xuyakirin ku welatên Rojavayî û bi taybet jî Ewropa îddîa dikin ku mafê mirovan diparêzin, lê pêkanînên li dijî Ocalan û gelê Kurd ji nedîtî ve tên û ev tişt got:
“Bi vê komployê xwestin fikrên Ocalan û PKK’ê negihijin girseyeke mezin.
Eger hun behsa mafê mirovan dikin, wê demê divê hun ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind bikin.
Yekîtiya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di vê mijarê de tiştek nakin.
Sedema vê jî peywendiyên wan ên li ser esasê berjewendiyan e.”
Lndsey German: Divê kampanyayên ji bo azadiya Ocalan zêdetir bên mezinkirin
Lindsey German anî ziman ku kampaniya û xebatên niha ji bo azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bi bandor in, lê divê hîn bêhtir bên mezinkirin û wiha bi dawî kir:
Ji bo azadiya Ocalan çi ji destê kê were divê bike. Divê em xwe li ser serbestberdana Ocalan kilît bikin.”