Êriş li ser ofîsa partiya serokê parlamentoya Iraqê hate kirin

Li Iraqê ku aloziya siyasî lê dewam dike, êrişî ofîsa partiya serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hate kirin.

Li Iraqê liv û tevgera ji bo hilbijartina serokkomarek nû û avakirina hikumeta Iraqê dewam dike. Li rexa vê tevlihevî jî dewam dike.

Li bajarê Enbarê êrişî ofîsa partiya Teqedûm ku partiya serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusiye, hate kirin.

Partiya Teqedum ku nêzî Tirkiye û PDK’ê ye, serokatiya wê Mihemed Helbusî dike. Mihemed Helbusî jî serokê parlamentoya Iraqê ye.

Gorî medya Iraqê duh bi şev êrişî ofîsa Teqedum ya li parêzgeha Enbarê hatiye kirin.

Mihemed Helbusî li ser êrişî di hesabê xwe yê twîterê de peyamek belavkir û got; “Hewldanek ji bo lêdana dewletê ye, lê em ji çekan natirsin û van gefan qebûl nakin.”

Back to top button