Meclisa Edaleta Civakî konferansa xwe lidarxist

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Kobanê em maf biparêzin û edaleta civakî mîsoger bikin”, yekemîn konferansa xwe, li bajarê Kobanê, li dar xist. Di konferansê de rapora xebatên salê ya Meclisê hate xwendin û niqaşkirin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Kobanê em maf biparêzin û edaleta civakî mîsoger bikin”, yekemîn konferansa xwe li dar xist.

Konferans li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajar hat lidarxistin.

Endamên Meclisa Rêveber a Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê, endamên sazî û partiyên herêmê, nûnerên Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Edaleta Minbic û Reqayê, beşdarî konfransê bûn.

Di destpêka konferansê de dozgerê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nebîl Çawîş axaftina vekirinê kir.

Çawîş diyar kir ku ew bi hêvî ye piştî vê xebatê ew karibin pirsgirêkan derbas bikin û edaleta civakî bi cih were.

Paşê li ser navê Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê Felek Yûsif perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser mîsogerkirina edaleta civakî, xwendin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê jî axivî û destnîşan kir ku sîstema rêber Ocalan destnîşan kiriye, ji bo hemû aloziyên li Rojhilata Navîn baştirîn sîsteme û got:

“Divê hemû gelê herêmê ji bo parastina destkeftiyên bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan û fedekariya şehîdan hatine bidestxistin, kar û xebatê bikin da ku dewletên serdest planên xwe yên li ser herêmê pêk neyînin.”

Paşê rapora xebata salê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê hate xwendin û beşdaran nêrînên xwe li ser anîn ziman.

Back to top button