Li Kobanê perwerdeya zimanê dayîkê

Li Kobanê dewreya perwerdê ya bi zimanê Kurdî ku ji aliyê PYD’ê ve hatibû vekirin, bi dawî bû. Xwendakarên ku beşdarî dewrê bûn bawernameyên xwe girtin.

Merasîma dawîbûnê bi beşdarbûna bi sedan kesî li gundê Taşlok ê Kobanê hat lidarxistin.

Di merasîma derçûnê de, Hevserokê Meclisa Bajarokê Taşlok Mihemed Xidir axivî û diyar kir ku çalakiyên fêrbûna bi zimanê dayikê bersiva herî xurt a li hemberî dijmine.

Endamê PYD’ê Ebdulezîz Mehmûd jî destnîşan kir ku parastina ziman û çanda kurdî erkeke dîrokî ye û got:

“Herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, ji hemûyan tê xwestin ku di hemû qadan de bi taybet qada parastina ziman û destkeftiyên şoreşê de kedeke mezin bidin.”

Endama Rêveber a Kongra Star a navçeya Şêranê Selama Etê jî bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojava de û got:

“Jin di çarçoveya serxistina şoreşê de roj bi roj xwe îsbat dike ku dikare gavên mezin bavêje.

Di dawiyê de bawernameyên zimanê kurdî li xwendekarên derçûyî hatin belavkirin.

Beriya wê PYD’ê 3 dewreyên din li gundê Elîşar, Qeremox û Xirbisan vekiribû.

Back to top button