Yahya Resûl: Li Hewlêrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê kurdistanê di demên dawiyê de zêde bûye ..Li gor vê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl dibêje ku li Hewlêrê çeteyekî DAIŞ’ê yê li Başûrê Kurdistanê û başûrê Iraqê rêveberiya çeteyan dikir hate girtin.

Derbarê mijr Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku li hember liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmê ew Operasyonan li dar dixin..

Yehya Resûl diyar kir ku di operasyonek hevbeş a bi agahiyên îstixbaretî rêveberê çeteyên DAIŞ’ê hat girtin ..

Ev çete li Başûrê Kurdistanê û başûrê Iraqê de yê bi navê Mihemed Wehbî Faris Şkerî nasnav Ebû Ehmed rêveberiya çeteyan dikir .

Yehya Resûl dawiyê da zanîn ku Piştî çavdêriya ji aliyê Hêzên Giştî yên Dijî Terorê yên Hewlêrê û hêzên me ve hate girtin.

Back to top button