Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamoste li qadan bûn

Gel li Li Rojhilatê Kurdistanê bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye..Di nava hejariyeke giran de rojên xwe diborîne…Rejîma Îranê jî çareseriyekê ji pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên welatiyan re nabîne.. Li Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê mamosteyan li hemberî binpêkirinên hiqûqî yên rejîma Îranê duh jî daketin qadan.

Yek ji wan beşên civakî mamoste û xebatkarên perwerehiyê ne..

Hema bêje ji sala bihorî heya niha li dijî binpêkirinên mafên xwe, bê edaletî û girtin û destgîrkirina hevalên wan ên ji aliyê rejîma Îranê ve li qadan in.

Di vê çarçoveyê de mamosteyên li bajarên Sine, Merîwan, Tehran, Erak, Lendê, Şîraz, Lengrûd, Ehwaz, Kirmaşan, Deştê Fars, Hemedan û Kerec ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan..

Bi mîtîng û xwepêşandanan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Mamosteyên neraziyên her sê cihan jî diyar kirin ku ew ê heya bi destxistina mafên xwe wê qadan neterikînin.

Di xwepêşandana li Kerecê de hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û bi lêdanê herî kêm 15 mamoste destgîr kirin.

Back to top button