KJK: Zimanê dayikê mafekî civakî ye

Sibe 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye.
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da.
KJK’ê got: “Zimanê dayikê mafekî civakî ye, zimanê gelekî beden, azadî û hebûna wî gelî ye.” KJK’ê tekez kir bêparhiştina Kurdan ku gelekî ji 40 milyonî ye ji xwendina Kurdî, qirkirina herî mezin e.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê daxuyaniyek da.

KJK’ê destnîşan kir li Tirkiyê bi taybetî li dijî Kurdî polîtîkaya qirkirina ziman tê meşandin û wiha got:

“Tevî ku ev roj ji aliyê UNESCO ve hatiye ragihandin jî, li Tirkiyê ku yek ji 20 welatên endamên UNESCO ye, heta niha 18 ziman an hatine tunekirin an jî li ber tunekirinê ne.

Ji bo dawî li vê zext û polîtîkaya AKP-MHP’ê were anîn, divê UNESCO berpirsyariya xwe bi cih bîne û weke sazî bi rola xwe rabe. ”

KJK: Dewletên Sûriye, Îran û Iraqê jî Kurdî qedexe dikin

KJK’ê anî ziman ji ber zextên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatiye hiştin û wiha domand:

“Mamoste Zara Mihemedî ji ber ku li Îranê zimanê Kurdî dida, 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ya rast, di şexsê Mamoste Zara de eşkere bû ku dewleta Îranê polîtîkayeke çawa ya qirkirina ziman li dijî gelê me dimeşîne.”

KJK’ê da zanîn hikumeta Sûriyê jî li hemberî destketiyên gelê Rojava ku berdêla bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, hîn jî Kurdî weke zimanê fermî qebûl nekiriye.

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Iraqê jî bi heman rengî û li gel statuya Kurdan a li Başûrê Kurdistanê, polîtîkaya qedexekirinê li ser Kurdî dimeşîne û got:

“Li ser pankartan, nemaze yên bajaran, navên Kurdî diguehrîne.

Li saziyên petrolê axaftina bi Kurdî qedexe dike.

Derfetên perwerdeyê yên xwendekarên bi Kurdî xwendine, kêm dike û bi vî rengî hewl dide wan ji Kurdî dûr bixe.”

KJK: Bêparhiştina Kurdan ji zimanê wan qirkiirna herî mezin e

KJK’ê da zanîn zimanê gelekî beden, azadî û hebûna wî gelî ye û got:

“Heta ku bedena Kurdistanê ku hatiye parçekirin nebe yek, hebûn û azadî misoger nebe, jiyan bi wate nabe.

Zimanê dayikê nasnameya her zindiyekî li gerdûnê ye.”

KJK’ê tekez kir bêparhiştina Kurdan ku gelekî ji 40 milyonî ye ji xwendina Kurdî, qirkirina herî mezin e û got:

“Hikumeta AKP-MHP’ê li ser ziman û gelên cuda yên li Tirkiyeyê polîtîkaya helandin û qirkirina ziman dimeşîne.”

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê dawiyê bang li hemû dayik û bavên Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin, li her derê bi Kurdî biaxivin û zarokên xwe bi Kurdî bidin xwendin.

Back to top button