Beşîr Mela Newaf: Divê Kurd parastina ziman û çanda xwe bikin

Mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf dibêje:
“Divê Kurd parastina ziman û çanda xwe bikin.”

Beşîr Mele Newaf bi bîr xist ku Kurd ji destpêka sedsala 20’an ve rastî gelek komployan hatine, ji bo vê jî divê parsatina xwe bikin.

Mamoste Beşîr got:

“Divê parastin bi tenê wek çekdarî neyê dîtin, parastina herî girîng parastina nirxên mirovahiyê, exlaq, nasname û çandê ye”.

Beşîr Mela Newaf anî ziman ku Tirkiye niha li hember gel şerê taybet dimeşîne, lewma divê gel hişyar be û neyê xapandin.

Back to top button