Aldar Xelîl: Biserxistina şoreşê wê bi îrade û yekîtiya gelan pêk were

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl tevli bernameyeke taybet a televizyona me bû. Aldar Xelîl der barê şoreşa Rojava de nirxandin kir û got: “Pergalên Cînahî banga vî gelî ya azadiyê qebûl nakin.” û pişrast kir ku biserxistina şoreşê bi vîn, îrade û yekîtiya gelan pêkan e.

Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bû mêvanê bernameyeke taybet a televizyona me û têkildarî şoreşa Rojava û awayê parastina destkeftiyên wê, nirxandinek kirin

Xelîl diyar kir ku birêxistina şoreşê wê bi vîn û yekîtiya gelan pêk wêre.

Aldar Xelîl da zanîn ku pergalên Cînahî banga me ya azadiyê qebûl nakin, ji bo wê divê gel xwe biparêze û rêxistin bike da ku bighêje azadiyê.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê hebûna hêzên derve li herêmê bi berjwendiyên wan ve girê da.

Aldar Xelîl piştrast kir ku ew ê bi nûkirinê xwedî li şoreşa Rojava û desetkeftiyan derkevin.

 

 

Back to top button