Li Şehbayê Kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir

Li herêmê, ji bo PKK’ê ji lîsteyaterorê were derxistin, çalakî zêde dibin.
Ya herî dawî jî li Şehbayê ye ku li wir jî îro çalakiyê dest pê kiriye.
Ew jî kampanya ye û bi rêya wê, îmze wê werin komkirin.

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ îro li kantona Şehbayê kampanya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Kampanya bi slogana ”Dadwerî ji bo kurdan” hat destpêkirin.

Di vî alî de, komte ji aliyê komînan ve hatine avakirin.

Ev Komîte, li ser malan digerin û îmzeyan kom dikin.

Biryar ev çalakî heta 3 rojan û li tevahî herêma Şehbayê dewam bike.

Ji bilî Şehbayê, heta niha li gelek deverên herêmê çalakiyên bi vî rengî û bi armanca derxistina PKK ji vê lîsteyê pêk hatine.

Di van çalakiyan de bi hezaran îmze hatine komkirin û banga derxistina PKK ji lîsteya terorê hatiye kirin.

Back to top button