
Ji beşdarên kampanya derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’, Stefanie Prezioso û Flurin Bucher dibêjin: “Mayîna PKK’ê di vê lîsteyê de neheqî ye.
Kampanya îmzeyan ku ji bo derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê’ hatiye destpêkirin, li Swîsreyê jî dewam dike.
Ji beşdarên kampanyayê, parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal Stefanie Prezioso û çalakvan Flurin Bucher der barê mijarê de nerînên xwe bi par ve kirin.
Stefanie Prezioso diyar kir mayîna PKK’ê di vê lîsteyê de şaşitî û neheqiyeke mezin e û daxwaza derxistina wê ji vê lîsteyê kir.
Çalakvan Flurin Bucher jî dibêje:
”Divê saziyên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan.’