Girtiyê nexweş Yusuf Bekmezcî yê 82 salî jiyana xwe ji dest da

Rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên dewleta Tirk her diçe giran dibe. Dewleta Tirk girtîgeh veguherandine cihê mirinê. Di encama zilm û dijminahiya dewleta Tirk de girtiyekî din yê nexweş ê 82 salî Yûsiv Bekmezcî, jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyê êşkence û binpêkirinên mafan yên li dijî girtiyên nexweş yên Kurd têne kirin bi dawî nabin.

Girtiyên nexweş ne tên berdan ne jî tên dermankirin.

Dewleta Tirk bi polîtîkayên dijminane girtiyên nexweş bi zanebûn dikuje.

Di encama van polîtîkayên de girtiyekî din yê nexweş Yûsif Bekmezcî yê 82 salî jiyana xwe ji dest da.

Bekmezcî, di 23’ê Çileya 2020’an de bi îdiaya “rêvebertiya rêxistinê” hatibû girtin û 17 sal û 4 meh cezayê hepsê lê hatibû dayîn.

Gelek nexweşiyên cûda ên Bekmezcî hebûn.

Hat zanîn ku Bekmezcî di 5’ê Çileyê dema emeliyatê de qeyrana dil derbas kir û 47 roja di beşa lênihêrîna awarte de ma.

Tevî Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê rapor dabû ku cezayê Bekmezcî 3 mehan were paşdexistin lê belê dadgeha Tirk a Îzmîrê biryar da ku Bekmezcî li girtîgehê bimîne.

Girtiyê nexweş yê 67 salî ku girêdayî makîneya oksîjenê ye nayê berdan

Li aliyê din li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê, di girtîgeha Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene.

Yek ji van girtiyan jî nexweşê bi navê Bazo Yilmaz ê 67 salî ye.

Ji ber gelek nexweşiyên giran Bazo Yilmaz niha nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û di nav ciyan de ye.

Hevalên wî yên odeyê têkildarî tenduristiya Yilmaz faksek ji ÎHD a Şaxa Rihayê re şandin.

Hevalên wî di faksê de diyar dikin Saziya Tiba Edlî, tevî rewşa giran a Yilmaz rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ dane.

Back to top button