Hovîtiya dewleta Tirk careke din xwe da der. Piştî 6 salan polîsên Tirk alavên Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû şehîdxistin, rasdestî malbata wî kirin. Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku êşa wê carekedin nû bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an de, di qedexeyên derketina derve de 177 di jêrzemînan de û bi giştî nêzî 300 kes bi awayek hovane hatibûn kuştin.
Di wê jêrzemînê de Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî hebû.
Di ser qedexeya derketina derve de 6 sal derbas bûn.
Polîsan di 18’e Sibatê de “kompîtir, qasaya kompîtirê û hîn îmajên compîtirê”yên Mehmet rasdestî malbata wî kirin.
Dayika Mehmer Tûnç, Esmer Tûnç û hevjînê wî Zeynep Tûnç dan zanîn ku careke din birînên wan hatin nûkirin.
Esmer Tûnç got dewlet her carê bi rêbazekê birînên me vedike û êşê li me dide kişandin
Dayê Esmer, bi lêv kir ku dewleta Tirk bi her awayî li dijî kurdan êrişan pêk tîne. Lê dewletên navneteweyî çav û guhên xwe girtine.
Hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç: Em li ser doza şehîdên xwe ne
Hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç jî anî ziman ku dewlet çi bike bila bike ew li ser doza şehîdên xwe ne.