LEYLA GUVEN 200 ROJIN LI BER XWE DIDE

Berxwedana çalakgerên di greva birçîbûnê de bi pêşengtiya Leyla Guven bi îradeyek xort didome, Leyla Guven 200 rojin li ber xwe dide.
BI heman îrade û biryariyê çalaliyên li girtîgehan li dar e.
Berxwedana 31 çalakgerên di rojiya mirinê de jî didome.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Berxwedana Guven di roja 200 de didomîne.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 162’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan ev 87 rojin li dare.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Koca-elî, Wan û Amedê 30’ê Nîsanê dest pê kiribûn jî didome.

Çalakiya koma despêkê 27 û ya koma duyem jî 17 rojin li dare.

Yekem çalakiya rojiya mirinê ku li derveyî girtîgehan hatî destpêkirin ya Merwan Memdûh Ozdemîr yê 14’ê Gulanê li Silêmaniyê destpêkiriye di roja 13’an de bi biryardarî li dar e.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a 3’ê Adarê, Tayip Temel û Murat Sarisaç 8’ê Adarê dan destpêkirin dewam dike.

Her wiha çalakiya

Sedat Akin 140,

Gurbet Ektîren 131,

Mahsun Şen 142,

Mûrat Aksin 73 ,

Hiznî Kilinç 86,

Û Îhsan Sinmiş 89 piştî ku ji girtîgehê hatin berdan jî çalakiya xwe li malê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button