Wezîrê parastinê yê Tirkiyê û Barzaniyan li ser Tinekirina PKK’ê li hev kirin

Hevkariya dewleta Tirk û rayedarên PDK û dijîtiya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd û PKK’ê, bi eşkereyî dewam dike. Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku di mijara tunekirina PKK’ê de, wan û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hev kiriye.

Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, bi hemû rengan û bi eşkereyî dewam dike.

Rayedarên PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdisanê û ji bo tunekirina destketiyên beşên din ên Kurdistanê bi her awayî bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê de ne.

Dewleta Tirk bi salan e li dijî Tevgera Azadiya gelê Kurd û PKK’ê şer dike û dixwaze têkoşîna wan ji holê rake.

Di vê yekê de jî, PDK’ê li dijî PKK’ê bi kar tîne.

Wisa xuya dike, dewleta Tirk û PDK’ê dîsa li ser tinekirina PKK’ê pilanên nû danîne.

Derbarê hevkariya nû de, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi xwe agahî parve kirin.

Akar, li Munihê pirsên rojnamegeran bersivandin û derheqê hevdîtinên xwe yên bi rayedarên PDK’ê re, agahî da.

Akar îdia kir ku operasyonên wan ên li derveyî sînor, bêrêziyeke li hemberî serweriya cîranên wan nîne û got:

“Hewldana me ew e ku di zûtirin dem de, em derdorên ‘terorê’ yên ku nîzam, aramî û aştiyê têk dibin ji hev cuda bikin.

Akar da zanîn ku wan di vê mijarê de bi Serokê Herêma Başûûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîne û got:

“Di vê mijarê de em hemû jî wekî hev difikirîn.

“Di mijara têkoşîna li dijî ‘terorê’ û tunekirina wê ya di demekî herî nêz de, me li hev kir.

Min pir bi vekirî ji wan re ev tişt got; ev e 40 sal e em têdikoşin.

Em dixwazin êdî jê xelas bibin.

Lewma jî ‘terorîst’ li ku bin, ew der di hedefa me de ye.

Me ev rêgeza xwe anî bîra wan.”

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike piştgiriya herî mezin jî ji PDK’ê digire.

Heta niha di kemînên hêzên PDK’ê de gelek gerîla şehîd bûne.

 

Back to top button