Li Qamişlo ji bo zarokên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye Navenda Cîhana Zarokatiyê hatibû vekirin. Rêvebera navendê Şêrîn Elî diyar kir armanca wan ji vekirina navendê ew e xwedî li zarokan derkevin. Şêrîn daxwaz ji malbatên zarokan kir ku bi wan re alîkariyê bikin.
Di sala 2015’an, Desteya Jin a Herêma Cizîrê navendeke bi navê Cîhana Zaroktiyê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.
Di vê navendê de cureyek perwerdeya pispor ji bo hînkirina van zarokan hat avakirin.
Perwerde li gorî taybetmendiya wan li ser rêbaz û awayê hînkirinê tê dayîn.
Rêvebera navenda Cîhana Zaroktiyê Şêrîn Elî axivî qala armanca vekirina navendê kir û got;
Hejmara zarokên xwedî pêdiviyên taybet zêde bû û navendên wan bihewînin tine bû, ji bo vê pêwistî bi vê projeyê hebû.
21 zarok di navendê de hene, ji temenê 3 salî heya 10 salî tên qebûlkirin.
Gelek zarok derbasî navendê bûn û piştî baş dibin jê derdikevin.
Şêrîn derbarê tedawiya zarokan de jî ev tişt anî ziman:
”Ji bo başkirina rewşa zarokan divê malbat jî alîkariyê bikin”
Şêrîn destnîşan kir ku ji ber xwestekek xurt a hînbûnê ya zarokan encameke erênî ya berbiçav hye û asta wan baş e.
Rêvebera navenda Cîhana Zaroktiyê Şêrîn Elî daxwaz ji malbatan kir ew jî bi wan re alîkar bin.