Li Dêrazorê 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir. Balafirên şer ên Rusyayê jî deverên çeteyan bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, çeteyên DAIŞ’ê êrişî devereke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê a li Dêrazorê kir, di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Li çiyayê El-Omer ê rojhilatê Himsê jî mayînek bi erebeya fermandarekî hikumeta Şamê ve teqiya.

Di encamê de fermandar birîndar bû û 3 parêzvanên wî jî mirin.

Balafirên Rus deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî topbaran kir

Çavdêriyê ragihand, balafirên şer ên Rusyayê jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî topbaran kirin.

Hat ragihandin di encama bombebaranê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Li bajêr di encama êrişekê de 3 sivîl birîndar bûn

Çavdêriyê da zanîn ku li Derayê jî di encama êrişekê de 3 sivîl birîndar bûn.

Her wiha vê sibê jî li bajêr bombeyek bi erebeyekê ve teqiya.

Li Şamê ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarê Hesekê ji ber teqîna mayînekê 2 zarok birîndar bûn.

Her wiha li gundewarê Şamê jî ji ber teqîna mayînê zarokek mir û yek jî birîndar bû.

Back to top button