Çeteyan 12 welatî ji bajarê Efrînê û navçeyên wê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê a li Efînê roj bi roj zêde dibe. Çeteyan herî dawî meleyek jî di navê de ,12 welatî ji bajarê Efrîn û navçeyên wê revandin. Li gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata jî çeteyan 200 dar birîn. Dagirkeran di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, bi piştgiriya komeleyên Filistînî, ji bo malbatên çeteyan dest bi avakirina mêtîngeheke nû kirine.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk bi hincetên xwe yên berê amadekirî her carê welatiyên Efrînê direvînin û di berdêla berdana wan de pere ji wan distînin.

Dagirker vê rêbaza qirêj jî zextê li welatiyan dikin û wan didin koçberkirin.

Li gorî malperên ku binpêkirinên li Efrînê belge dikin, çeteyab herî dawî 12 welatî ji bajarê Efrînê û navçeyên wê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Yûsif Yaqûb Ebdilezîz yê 67 salî ku meleyê mizgefta Salahedîn ya li navenda bajarê Efrînê ye.

Şakir Şêxo yê 36 yê ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê.

Xelîl Mihemed Mistefa yê 22 salî ji gundê Badîna yê navçeya Raco.

Şêro Hesen Mistefa yê 25 salî ji gundê Firêriyê yê navçeya Cindirêsê.

Mihyedîn Xalid Nasan yê 45 salî ji navenda bajarê Efrînê.

Mihemed Fayiq Henan û birayê wî Hisên Fayiq Henan yên ji gundê Berbenê yê navçeya Raco.

Beriya vê jî çeteyan di nav de jinek 5 welatî ji gundê Qude yê navçeya Raco revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Hisên Mihemed Miho
Selah Menan Şêxo
Şukrî Hesen Bakir
Mihemed Mihemed Heyder
Asya Hisên Mûsa

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê ji destpêka vê salê heta niha 81 welatî ji Efrînê hatine revandin

Çeteyan 200 darên zeytûnê li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata birîn

Li aliyekî din, çete dar û daristanên Efrînê jî wêran dikin.

Çeteyan her dawî 200 dar li gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata birîn.

Dagirker bi piştgiriya saziyên Filistinî mêtîngeheke nû li navçeya Şera ava dikin

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, dagirkeriya Tirk avakirina avahiyên mêtîngeriyê dewam dike.

Dagirkeran herî dawî bi piştgiriya komeleya Filistînî ya Ixwanî ya bi navê “El Ayîş Bi Kerame” mêtîngeheke nû ji bo malbatên çeteyan li ser rêya Şera- Çema ava dike.

Ev avahiya mêtingeriyê ji 400 malan pêk tê .

 

Back to top button